Jinan li pêşiya avahiya NY’yî ya Bonnê çalakiyek kirin
Komîsyona Jinê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li pêşiya avahiya Nûnertiya NY a bajarê Bonn a Elmanyayê dest bi çalakiya rûniştinê ya sê rojî kirin.
Komîsyona Jinê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li pêşiya avahiya Nûnertiya NY a bajarê Bonn a Elmanyayê dest bi çalakiya rûniştinê ya sê rojî kirin.
Komîsyona Jinê a KNK’ê bi armanca protestokirina êrîşên dewlata Tirk a li Kurdistanê li pêşiya Nûnertiya NY a li Bonnê çalakiyek kirin.
Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan wê dom dike, îro saet 10:00’an destpê kir. Çalakî wê roja Înê saet 16:00’an bi dawî bibe.
Çalakvan daxwaza civînê li gel Destaya Jinan a NY’yê dike. Komîsyona Jinê ya KNK’ê ya ku daxuyaniyek da, diyar kirin ku dewleta Tirk li Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkirin û planên qirkirinê kiriye û herî dawî jî li Kobanê 3 aktivîsên jin qetilkirin.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de di serî de bêdengiya NY, NATO û hemû saziyên navneteweyî şermezar kirin.
Her wiha jinan êrîşên bi sîstematîk ên li Efrînê li ser jinan jî tê kirin protesto kirin.