Jinan li Leipzigê qirkirina Şengalê şermezar kirin
Li Leipzigê komên Women Defend Rojava, Gemeinsam Kaemfen, Junge Frauen Kommune, Catcalls of Leipzig û Zora di salvegera qirkirian Şengalê de çalakiyek lidar xistin.
Li Leipzigê komên Women Defend Rojava, Gemeinsam Kaemfen, Junge Frauen Kommune, Catcalls of Leipzig û Zora di salvegera qirkirian Şengalê de çalakiyek lidar xistin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li Augustus Platz a li navenda bajêr li hev kom bûn û ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Şengalê deqeyek rêz girtin.
Piştre axaftin hatin kirin û hate ragihandin ku ji ber êrişa DAÎŞ'ê ku PDK'ê xelkê Şengalê bêçek û bêparastin hişt, di qirkirinê de destdirêjî li hezaran jinên Êzidî hate kirin û li bazaran hatin firotin.
Di çalakiyê de şervan û gerîlayên ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin hatin silavkirin.
Piştî axaftinan çalakgeran dest bi meşê kirin. Çalakger heta Stasyona Trenê ya Navendî ya Leipzgigê meşiyan û belavok belav kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.