Jinan li Frankfûrtê çalakî kirin
Li Frankfûrtê Mecîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava di bin drûşmeyên “Em heskirina ku me dikuje naxwazin”, “Cînayetên jinan polîtîk e” û “Jinan li berxwe dide xweşik dibe” çalakiyek lidarxistin.
Li Frankfûrtê Mecîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava di bin drûşmeyên “Em heskirina ku me dikuje naxwazin”, “Cînayetên jinan polîtîk e” û “Jinan li berxwe dide xweşik dibe” çalakiyek lidarxistin.
Jinan li Frankfûrtê çalakî lidarxistin.
Çalakiya ku rastî 14’ê Sibatê hat anîn ji aliyê Meclîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava ve hat lidarxistin.
Di çalakiya ku bi drûşmeyên “Em heskirina ku me dikuje naxwazin”, “Cînayetên jinan polîtîk e” û “Jinan li berxwe dide xweşik dibe” hat organîzekirin de têkildarê kampanya ku TJK-E’yê destpêkirî pêşengeha wêneyan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bi dehan îmze hatin komkirin û peyama “Kujer diyare, divê were darizandin” hat dayîn.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara û Women Defend Rojava axaftin hatin pêşkêşkirin.
Her wiha di çalakiyê de drûşmeyên “Divê demildest jinên girtî werin berdan”, “Berxwedana girtîgehê silav dikîn” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.