Ji Zurîhê banga dem dema mezinkirina berxwedanê ye!
Kurdistaniyên li Zurihê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye, daxwazên wê daxwazên me ye’ nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî yên li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdengin dan.
Kurdistaniyên li Zurihê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye, daxwazên wê daxwazên me ye’ nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî yên li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdengin dan.
Bi krîtîkbûna rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan.
Kurdistaniyên bi rojan in li Swîsreyê li qadan in, îro jî li Raûthaûseplatez a Zurihê daketin qadan û bi pankartên ‘Dem dema şikandina tecrîdê ye’, ‘Serî hilde’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ heta Werdmuhleplatzê meşiyan û bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanna’ li dijî dewleta Tirk hêrsa xwe anîn ziman.
BÊDENG NEMÎNIN!
Meşa ku alên PKK’ê û posterên Ocalan hate hildan jinan pêşengtî kir û nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî yên li dijî berxwedana grevên birçîbûnê bêdengin da.
Di meşê de hêrsa ciwanên Kurd a li dijî dewleta Tirk bal kiand, ciwanan bi yek dengî bi dirûşmên peyama ‘Dem dema şikandina tecrîdê û serî hildanê ye’ dan, banga her kes dakevin qadan kirin.
ALLAK: DEM DEMÊ MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE
Piştî meşê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan a Swîsreyê Cûma Allak ê di mîtîng de axivî diyar kir ku rewşa berxwedêrên grevê gihiştiye astekî kirîk, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku dakevin qadan Allak got: “Gelê Kurd wê bi berxwedanê faşîzmê têk bibe. Ya girîng di vê demê de her kes erkê bikeve ser milan bike ye. Xwedî li Rêber Apo û berxwedêrên grevan derbikevin. Berxwedana gelê Kurd wê Rêbertiya xwe azad bike. A girîng ê îro dibêje ez welatparêz, sosyalîst û Kurd im her kes dakevin qadan.”
Piştî axaftinan û şûnde mîtîng bi dirûşma ‘Ji Oacalan re azadî’ bi dawî bû.