Ji Tirkiyê û Îranê gelek mezûnên zanîngehê koçî Elmanyayê kirin

Li gorî daneyên 2018'an a Rêveberiya Koç û Penaberan a Elmanyayê mezûnên zanîngehan ên ji  Tirkiyê û Îranê yên ku xwe li Elmanya digirin li gorî sala par zêdetir bûne.

Rêveberiya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) îstatîstîka 2018'an a li ser rewşa perwerdehiyê ya ku xwe li Elmanya girtine par ve kir.  Îstatîstîka navborî ji hêla BAMF'ê ve li gorî rewşa 65 hezaran penaberan hatiye hazirkini.

Li gorî vê, rewşa yên ku ji Tirkiyê û Îranê îltîca kirin cuda ne. Mînak 2018'an ên ku ji Tirkiyê xwe li Elmanya girtin, 59 ji 100'î mezûnên dibistana bilind in. Ev rêje 2017'an 47 ji 100'î bû. Her wiha yên ku ji Îranê jî hatin 2017'an 42 ji 100'î ji dibistana bilind mezûn bûbûn, 2018'an ev rêje bû 47 ji 100'î.

Ji yên ku ji Sûriyê çûne 17 ji 100'î, yên ji Iraqê 14 ji 100'î, ji Nîjerya û Efxanîstanê jî yên ku bûne penaber 10 ji 100'î mezûnên dibistana bilind in. Hate gotin ji ber sedema ku rejîmên Enqerê û Îranê zêdetir bûne otorîter hijmara kesên ku serî li penaberiyê didin zêde bûye.