Dabînkirina beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya aşitiyê, hevdîtinên çareseriyê û pênasekirina dahatûya Sûriyeyê berpirsiyariya civaka navneteweyî, Ewropa, saziyên Katalan û Îspanyayî û Neteweyên Yekbûyî ye.
Serokê Giştî yê berê yê Katalonyayê û Wezîrê niha yê Fînans û Aboriyê Pere Aragonès i Garcia, nameyek li ser metirsî û hêviyên xwe yên derbarê hilweşîna Rejîma Esad û senaryoyên nû yên li Sûriyeyê û rola Ewropayê ya di van senaryoyan de nivîsî.
Pere Aragonès i Garcia li ser hesaba xwe ya X’ê nameya xwe parve kir:
“Îro Sûriye di kêliyeke gelek giring a dîrokî de derbas dibe. Ev yek ji bo avakirina demokrasiyeke rêzê li pirrengiya dînî, çandî û neteweyî digire derfeteke mezin e.
Têkiliya Katalonyayê ya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gelek baş tê zanîn. Parlamentoya Katalonyayê di 21’ê Cotmeha 2021’ê de yekemîm meclîsa temsîlî ye ku hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek aktoreke siyasî qebûl kiriye.
Çarşema borî, Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Birêz Evîn Swêd û Birêz Huseyn bi awayekî telematîk hatim ba hev. Hevserokan diyar kirin ku rewşa heyî gelek hesas e û divê ew beşdarî pêvajoya pênasekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bibin.
Armanca vê nameyê ew e ku hestên derfeta dîrokî ya ji bo avakirina pêşerojeke rêzê li pirnetewetiyê, pirçandîtiyê û pirbaweriyê digire bi we re parve bikim.
sDabînkirina beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya aşitiyê, hevdîtinên çareseriyê û pênasekirina dahatûya Sûriyeyê berpirsiyariya civaka navneteweyî, Ewropa, saziyên Katalan û Spanyayî û Neteweyên Yekbûyî ye. Di heman demê de ji bo ji nêz ve şopandinê û li hemû qadên pêkan ên taybet û giştî parastina wê jî berpirsiyariya her kesî ye.
Ev fikrên ku xwe dispêrin têkiliyên di navbera Katalonya û Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê de ava bûne, da ku li ser dahatûya welat û Rojhilata Navîn, Behraspî û Ewropayê sûdewer bin parve dikim.”