Ji meşvanên Meşa Dirêj çalakî û mîtîng

Aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-JIN li bajarokê Ûnterlusse ya girêdayî bajarê Hannover a Elmanya ku Naziyan ji bo Yahûdiyan weke kampên komkirinê bikar dianî, daxuyaniyek dan çapameniyê û mîtîngek kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN, li bajarokê Ûnterlusse ya ku Naziyan ji bo Yahûdiyan weke kampên komkirinê bikar dianî çalakiyek kirin.

Ciwanan piştre li Rheînmetall a yek ji fabrîqeyên herî mezin ên çekan a Elmanyayê ye jî çalakiyek kirin.

Di axaftinên hatin kirin de fabrîqeya Rheînmetall destekê dide dewleta Tirk a dagirker kû sîstematîk êrîşên qirkirinê li Kurdistanê dike.

Ciwanên ku dirûşmên ‘Antî Kapitalîst’, ‘Bi Hev Re Serhildan’ qîr kirin, nêzî nîv saetê li ber fabrîqeyê çalakiya protestoyî kirin.

Piştre jî ciwan berê xwe dan gara Ûnterlusseyê, bi trenê çûn cihê lê kom bibin.

Ciwanan bi temaşekirina sînevîzyonê dawî li çalakiya xwe anî.