Ji malbata Çakmak re tiştek jî negotin

Têkildarî Rustem Çakmak ê 25 salî ku beriya mehekê li gundekî Şemzînanê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin, daxuyaniyek jî ji malbata wî re nehate dayin. Ev yek ne bûyereke destpêkê ya kuştinê li ser sînor bû.

Colemêrg ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye, bi taybetî bi Îran û Iraqê re xwedî pêwendiyeke xurt e. Têkiliyên mirovî, bazirganî, dîrokî û çandî hene. Tevî ku nifûsa xwe zêdeyî 280 hezar kesî ye, ji ber ku hilberîn qet lê nîne, xizanî û bêkarî timî zêde dibe. Ji ber vê yekê gelek ji mirovên Colemêrgî ji bo karibin kar bikin neçar dimînin ku koçî metropolên Tirk bikin an jî bazirganiya li ser sînor bikin. Yên ku li ser sînor bazirganiyê dikin jî mirinê didin ber çavên xwe. Herî dawî 15'ê Tebaxê Rustem Çakmak ê 25 salî yê ji gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin.

Xizm û hevalê wî Muhyettîn Mavî got, "Yekî pozîtîf bû, derdora xwe kêfxweş dikir. Li gel zor û zehmetiyan jî rûyê wî timî li ken bû. Ji zarokatiyê ve em bi hev re bûn. Malbata wî nekarî qebûl bike ku hatiye qetilkirin. Nepêkane ku qebûl bike ku li ser xaka xwe ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin. Ne diyar e ku saziyên dewletê li ser vê sekinîn, tiştek kirin yan na. Weke ku hewl dan ji nedîtî ve bên û binixumînin."

Mavî diyar kir ku heta niha daxuyaniyeke berfireh jî ji malbatê re li ser mijarê nehatiye dayin û got, "Yekane daxuyaniya ku hate dayin gotina 'Bila serê we sax be, em ê li ser vê mijarê bisekinin' bû."

JI BO BIMIRE LI SER SERÊ WÎ SEKINÎN

Mavî qala roja bûyerê kir: "Serê sibehê dema ku ji bo pîknîkê bi peyatî ji bo qurbaniyê werbigire diçe, ji aliyê leşkerên Îranê ve li ser depoya avê ya gund ji nêz ve gule lê tê reşandin. Piştî ku du şivan hewl didin biçin gel Rustem, gule berdidin şivanan jî. Şivanek agahiyê dide gundiyan, gundî diçin cihê bûyerê, lê leşker nahêlin. Nêzî saet û nîvekê li nava sînorê fermî yê Tirkiyeyê nahêlin ku gundî bi hawara Rustem ê birîndar ve biçin. Wê demê xwîn jêde jê diçe. Piştî ku dibînin ku Rustem miriye, destûrê didin gundiyan."

RUSTEM NE YÊ DESTPÊKÊ BÛ

Ev ne bûyera destpêkê ya kuştinê bû li herêma Colemêrgê.

- Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Vedat Ekîncî yê 14 salî 1'ê Tebaxa 2019'an li sînorê Rûbarokê bi çekê hate kuştin.

Li gundê Awyanê yê bajarokê Bajêrganê yê Geverê di 29'ê Cotmeha 2020'î de Şeralî Derelî yê 61 salî dema ku diçe axurê li hespê xwe binere bi fîşeka leşkeran tê kuştin.

- Li taxa Yeşîlova ya navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê 30'ê Mijdara 2020'î sê gundiyên ji bo pîknîkê çûn herêmê bûn hedefa êrişa leşkeran. Di encamê de Ozcan Erbaş ê 16 salî bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

- Li kolana Bûlvar a Colemêrgê 2'ê Kanûna 2020'î danê êvarê polîsekî di trafîkê de asê bû gule berda Remzî Dûman û Metîn Oztûnç û ew birîndar kir.

- Li gundê Derîndere yê bajarokê Rûbarokê 30'ê Kanûna 2020'î mirovên ku pîknîk dikirin bûn hedefa êrişa leşkeran û di encamê de Reşît Ekîncî birîndar bû.

- Li Geverê Nîhat Şerzan Akdogan ê 12 salî 1'ê Nîsana 2021'ê bi lêdana wesayita zirxî ya polîsan birîndar bû.

- Mehmet Dînç ê 18 salî yê ji gundê Yeşîlova yê Rûbarokê 22'ê Gulana 2021'ê dema ku pezê xwe diçêran di gulereşandina leşkeran de ji lingê xwe birîndar bû.

- Li gundikê Derîndere yê gundê Haci Bey ê Rûbarokê 18'ê Gulana 2021'ê Şahap Şendol (23) û Celîl Ekîncî (17) ji aliyê leşkeran ve hatin birîndarkirin.