Di nameyê de ku di rojnameya Humanîtê’yê de hate weşandin, hat destnîşan kirin ku "Nabe Kurd di têkiliyên Tirkiye û Fransayê de weke amûrekî siyasî û aborî bên bikaranîn.”
Name wiha ye:
“Birêz Serokkomar,
Ev çend meh in em dibînin ku li dijî Kurdên ku li Fransayê dijîn zext zêde bûne. Kesayetên navdar ên wek Remzî Kartal ku kesayetê Kurd ê herî navdar ê Ewropayê ye û Hevserokê KONGRA-GEL e, ketina wan a Fransayê hat qedexekirin. Dozên bêbingeh ên li dijî çalakvanan dibe sedema cezayên giran, sepanên nezelal û keyfî ya cemidandina mal û milkan zirareke cidî dide mafên mirovan.
Vekişandina statuya penaberan her ku diçe belav dibe û ev yek dibe sedema girtin û dersînorkirina Tirkiyeyê. Kesên di derbarê wan de doz tên vekirin jî tenê ji ber ku tevlî xebatên komeleyeke Kurd bûne, civînên bi nûnerên hilbijartî yên komarê re pêk anîne, tevlî xwepêşandan û axaftina ji gel re bûne, ango alîkarî berhevkirine tên sûcdar kirin. Ev çalakiyana bi ti awayî nabe bên şermezarkirin. Ev kes ti carî nehatine mehkûmkirin û li gorî qanûnên Fransayê çalakiyên wan qanûnî û aştiyane ne.
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropa bi xwe jî, binpêkirina azadî û mafên bingehîn ên Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li vî welatî giran bûne, careke din dubare kirin. Dadgerekî ku fermanê ji hikûmeteke otokratîk digire, bi qasî 60 hezar girtiyên siyasî yên rastî êşkence û muameleyên xerab hatine weke 'terorîst' tên nîşandan. Sînorê girtina her roj bi sedan kesan, êdî nemaye.
Hikûmeta Fransayê bi pêkanînên bi vî awayî daxwazên hikûmeta Tirk ên ku zêde dibin pêk tîne û zext û înkara li ser gelê Kurd ji nû ve ferz dike. Biryarên derbarê aktivîstên ku ji aliyê hikûmeta Enqereyê ve tên şopandin ku ji axa Fransayê derkevin, jiyana kesên ku nirxên me yên humanîst parve dikin dixe xeteriyê.
Ti hinceteke mafdar ji bo zilmeke bi vî rengî nîne. Kurd rêzê ji qaîdeyên demokratîk ên Fransayê re digirin û li ser axa me tevlî ti çalakiyek biçûk jî ya tundiyê nebûne, berovajiya wê rastî êrîşên herî hovane hatine. Ti kes nikare fedekariya wan ku di berdêla canê xwe de ji bo parastina me, di şerê li dijî DAÎŞ’ê de kirine, ji bîr bike.
Rayedarên Fransî nikarin îdîa bikin ku li aliyekî piştevaniya dîplomatîk dane wan û şandeyeke şervanên Kurd qebûl kirine û li aliyê din jî îdîa bikin ku li dijî van kesên ku ji bo penaberiyê derbasî Fransayê bûne, polîtîkayên xwe yên demxekirin û zextê domandine. Birêz Serokkomar we jî fêm kiriye ku ev helwesta dualî nayê qebûlkirin. Nabe ku kurd hem li Rojhilata Navîn bibin leheng û hem jî li vir bibin ‘terorîst.’
Ev yek me xengîn dike ku rêxistinên mafên mirovan ku bi şert û mercên zehmet ji bo parastina mafên Kurdên li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê têdikoşin û niha jî neçar tên hiştin ku enerjî û hêza xwe bidin Kurdên ku li welatê me dijîn.
Têkoşîna li dijî rêxistinên ‘terorîst’ bi taybetî jî di mijara Kurdan de bêyî ku mihakemeyên pêwîst werin kirin, nabe ku were meşandin. Tenê li ser daxwaza Tirkiyeyê nabe ku PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorî de cih bigire ev yek bêbingeh e û nayê qebûlkirin. Ev yek tê wateya krîmînalîzekirina tevgereke ku têkilîyên hikûmeta Fransayê jî pê re hene û li dijî paşverûtiyê têdikoşe, ji bo azadî, aştî û mafên mirovan li ber xwe dide û wan diparêze. Nabe ku Kurd di navbera têkiliyên siyasî û aborî yên dewletên Fransa û Tirkiyeyê de werin bikaranîn.
Rêxistinên endamên Koordînasyona Neteweyî ya Piştevaniya Kurdistanê (CNSK) ji bo bidawîbûna vê zextê û parastina civaka Kurd a li Fransayê ku bi gefan re rû bi rû ye, ji rayedarên Franseyê çaverê ne ku derbarê vê yekê de polîtîkayên xwe biguherînin û niyetbaşiya xwe nîşan bidin.’’