Ji HPG'ê çalakiya sûîqestê: Dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê di çalakiya sûîqestê ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker de dagirkerek hate cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku çalakiya sûîqestê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hatiye kirin. HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bikaranîna teqemeniyên qedexekirî hîn jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

15'ê Îlonê saet di 19:57'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Îlonê saet di 17:40 û 17:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Îlonê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiya sûîqestê hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

17'ê Îlonê saet di 06:05'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Xakurkê;

17'ê Îlonê saet di 06:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

15'ê Îlonê saet di 22:30'î de hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li Qada Berxwedanê ya Dergelê dibarandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

15 û 17'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qaden Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Sinînê, Lolan û Berbizinê 6 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sîser, Şehîd Aslan 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metînayê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Golka û Serê Metînayê 7 caran; bi giştî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."