Li Lubnanê vê carê cîhaza bêtêl teqiyan: Hejmara miriyan bû 20 kes

Li gorî bilançoya di teqînek nû de ku alavên ragihandinê yên Hîzbûllahê hedef digire, li seranserî Lubnanê 20 kes hatin kuştin. Vê êrîşê tirsa şerê topyekûn ê bi Îsraîlê re zêde kir.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat gotin, "Di encama pêleke teqînên dijmin ên bi cîhazên bêtêlan kiriye 20 kes mirin û zêdeyî 450 kes jî birîndar bûn."

Li gorî çavkaniyekî nêzî Hizbûllaha Şîî ya Lubnanê û xebatkarên rizgarkirinê, roja Sêşemê di dema veşartina cenazeyên 4 endamên Hîzbûllahê de ku di teqînên cihaza ragihandinê de miribûn, bi awayekî hemwext teqîna cîhaza bêtêlan pêk hatiye. 

Hat diyar kirin ku di dema merasîma cenaze de ji ber teqînan panîk çêbû, gelek kes bi lez xwe veşartibûn.

Wezareta Lubnanê, jî roja Sêşemê ragihand ku di encama teqînên hemwext ên di cîhazên ragihandinê ku Hizbûllah bikar dianî de pêk hat, 12 kes mirin û di navbera 2 hezar û 750 û 2 hezar û 800 kesî de jî birîndar bûne.

Hîzbûllahê ji ber van teqînên pêk hatî Îsraîlê bi temamî berpirsyar girt û hişyarî da ku wê 'cezayê ku heq dike bistîne.' 

Piştî ku di Cotmeha 2023'yan de li Xezeyê şer dest pê kir, Hîzbûllah piştgirî dabû Hamasê ku li ser sînorê Îsraîlê eniyek veke.

Îsraîl ê li ser teqînan ti şîrove nekir, lê belê ev mijar di medya xwe de bû manşet. 

Berpirsê dîplomatîk yê Lubnanê, Abdallah Bu Habib got ku êrîşa Roja Sêşemê dibe ku bibe sedema şerekî berfirehtir li Rojhilata Navîn. Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja înê civîneke awarte li dar bixe da ku rêzeteqînên li Lubnanê pêk hatine gotûbêj bike. 

Hilberînerê Japon Îcom, jî roja Pêncşemê got ku wan hilberîna cîhazên ragihandinê yên bêtêl ku mijara gotinê ye "nêzî deh sal berê" rawestandine.