BI DÎMEN

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li ber Partiya Keskan çalakî hate kirin

Kurdistaniyan li bajarê Dusseldorfê li pêşiya avahiya Partiya Keskan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.

ÇALAKIYA LI BER PARTIYA KESKAN

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) li ber avahiya Partiya Keskan a li bajarê Dusseldorfê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de cezayên dîsîplînê, qedexeya hevdîtinê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji bêdengiya Partiya Keskan re hate nîşandan ku hevparê hikumeta Elman e.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe pankarta bi nivîsa "Ocalan Menschenrechte sind nicht verhandelbar!" (Mafê mirovan ê Ocalan ne mijara bazariyê ye) hildan û bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

Di dema çalakiyê de Berpirsyarê Eyaleta NRW ê Partiya Keskan hat ber avahiyê û hevdîtin bi rayedarên FED-MED'ê re kir. Rayedarên FED-MED'ê ji hikumeta Elman û Partiya Keskan xwest ku li hemberî tecrîdê helwestê nîşan bidin.