Li gorî nûçeya DW'yê, Dadgeha Îdareyê ya Bilind a Munsterê (OVG) ya li eyaleta Nordrheîn Westfalenê di biryara xwe ya 16'ê Tîrmehê de ragihand ku li Sûriyeyê hin herêm hene ku jiyana sivîlan lê ewle ne û daxwaza parastina demkî red kiribû, her wiha rêya temyîzê jî girtibû. Ji ber ku di nava dema qanûnî de îtiraz nebû, hikumetê hatibû dayin misoger bû.
Li gorî nûçeyê, kesê ji Hesekê yê xwediyê dozê, beriya niha ji ber sûcê ku endamê şebekeya bazirganiya mirovan bû ku di ser Tirkiyeyê re mirov derbasî Ewropayê dikir, li Awûstûryayê hikum xwaribû û sala 2014'an derbasî Elmanyayê bûbû.
Kesê navborî serlêdana penaberiyê li Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal kir û daxwaza parastina demkî kir. Lê belê daxwaza wî ji ber karên wî yên qaçaxçitiya mirovan hatibû redkirin.
Heman kesî bi hinceta ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ewlehiya jiyana wî nîne serî li Dadgeha Îdareyê ya Munsterê dabû û di dozê de bi ser ketibû.
Daîreya Penaberan û Koçberiyê ya Federal doz bir temyîzê û Dadgeha Îdareyê ya Bilind a Munsterê (OVG) daîre mafdar dît.
Di biryara bi hincet a OVG'ê de hate ragihandin ku li Hesekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê hene, lê belê êdî metirsiya kuştina sivîlan an jî birîndarkirina sivîlan lê nîne.
Li gorî nûçeya DW, li Sûriyeyê têkildarî kesê navborî metirsiyeke siyasî jî nîne û ji ber sûcê qaçaxçitiya mirovan nikare weke penaber bê qebûlkirin.
Dadgehê di biryara xwe de hikum da ku jiyana kesê serlêdan kiriye li Sûriyeyê di metirsiyê de nîne, lewma statuya parastina demkî nikare jê re bê dayin.