Ji bo zextan li Enqereyê bike bang li Merkel hate kirin

Parlementerên Partiya Çep Cansû Ozdemîr, Gokay Akbûlût û Hêlîn Evrîm Sommer diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye û bang li hikumeta Merkel kirin ku bila zextan li Enqereyê bikin.

Parlementerên Partiya Çep Cansû Ozdemîr, Gokay Akbûlût û Hêlîn Evrîm Sommer bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin “Ji bo ku kes nemirin û tecrîd rabe, divê hûn bêdeng nemînin.”

Her sê parlementeran bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye roja 77’an û ew piştgiriyê didin Guven.

Parlementerên Partiya Çep bal kişandin ser vî tiştî ku Guven parlementerek e û divê serbest were berdan. Parlementeran diyar kirin ji bo ku li Tirkiyeyê aştî pêk were, Ocalan dikare rolekî girîng pêk bîne.

Parlementeran di daxuyaniya hevpar de gotin ku, “Ji bo rakirina tecrîdê divê Elmanya zextên siyasî li Tirkiyeyê bike. Gelekî girîng e ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û heyet ji bo çavdêriyê biçin Amedê.”