Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz çalakiya piştevaniyê
Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Hambûrgê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin.
Ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Hambûrgê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin.
Li Hambûrgê ji bo Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hat girtin û radestî Elmanyayê hat kirin, li ber Girtîgeha Dammtorê ku lê giritye mitîngiya piştevaniyê hat lidarxistin.
Mîtîng ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Kenan Ayaz re ya Hambûrgê hat lidarxistin û gelek Elman û Kurdistanî tevlî bûn.
Di çalakiyê de posterên Kenan Ayaz û Mehmet Çakas ê li Celleyê girtî ye hatin hildan.
Li ser navê komîteyê Anja Flach axivî û diyar kir ku Ayaz ji ber fikrên xwe yên siyasî bi mehan in bi awayekî neheq tê girtin. Anja Flach got ku doza Ayaz wê 3’ê Mijdarê destpê bike û bang li her kesê kir ku li ber dadgehê bicivin.
Mîtîng bi awazên berxwedanê yên Ûmût Botan bi dawî bû.