Ji bo şehîdên Çapemeniya Azad li Duisburgê sersaxî hat danîn
Malbata Tara ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li bajarê Duisbûrg ê Elmanyayê sersaxî qebûl kir.
Malbata Tara ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li bajarê Duisbûrg ê Elmanyayê sersaxî qebûl kir.
Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê hatin qetilkirin, sersaxî hat danîn. Sersaxiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê û Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel hat danîn, xwişka Gulistan Tara ya mezin Ulkem Îsen beşdarî merasîma sersaxiyê bû.
Gelek rojnamegerên di saziyên Çapemeniya Azad de dixebitin, nûnerên Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Elmanyayê û endamên KOMAW'ê beşdarî sersaxiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn. Wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşê de hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin.
Rojnameger Aysel Avesta piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û got: "Hevalên me li her derê û di bin her şert û mercî de li dijî faşîzmê têdikoşin. Di encama îstîxbarata xiyanetê û êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Weke hevalên wan ên rojnameger em ê kamera û pênûsên wan a ji bo heqîqetê bi kar bînin. Em ê li hemberî hemû êrîşên li dijî me tên meşandin bisekinin."
Xwişka Gulistan Tara, Ulkem Îsen jî di merasîmê de axivî. Ulkem Îsen diyar kir ku Gulistan Tara ji bo gelê xwe û heqîqetê keseke hestiyar bû û wiha got: “Ji doza xwe re pir dilsoz bû û bi ti awayî tawîz neda. Ez bi rûmet im ku hevalên wê û raya giştî bi vî rengî xwedî li wan derketin.”
Zavê Gulistan Tara Îdrîs Îsen jî desnîşan kir ku têkoşîn û keda Gulistan Tara ji bo wan rûmeteke mezin e û ew ê di rêya wan de li ber xwe bidin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê Yilmaz Ronî anî ziman ku di têkoşîna gelê Kurd de her roj şehadet çêdibin û wiha axivî: “Ez sersaxiyê ji malbatê û gelê Kurd re dixwazim. Xemgîniya me ya herî mezin ew e ku xiyaneta navxweyî ewqas eşkere bûye. Hevalên me di encama hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re şehîd bûn. Pêwîste êdî ev xiyanet were dîtin.”
Dayika Şengê jî li ser navê KOMAW’ê axivî û ev tişt anî ziman: “Ez di şexsê heval Gulistan û Hêro de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînim. Dijmin bi salan e bi her rêbazî êrîş dike. Ji ber ku em serî natewînin, êrîşên xwe hîn dijwartir dike. Ew çi bikin bila bikin em ê bi ser bikevin.”
Rojnamegerên ku bi Gulistan Tara re xebitîn û wê ji nêz ve nas dikirin yek bi yek axivîn û li ser xebat û kesayeta wê nirxandin kirin.