Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevanên Kurd tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Bi pêşengiya Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) wê di 8’ê Îlonê de li Bergisch Gladbachê ya Kolnê merasîma bîranînê bê lidarxistin. Tê payîn ku malbata rojnamevan Gulistan Tara, hempîşe û gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bibin.
ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê banga tevlîbûnê merasîma bîranînê kir û got: “Dewleta Tirk a kujer û hevkarê wê PDK ên dixwazin bazarên qirêj, sir û sûcên dewletê veşêrin, rojnamevan kirin hedef. Wê ev ticarê negihêje armanca xwe. Em ê di 8’ê Îlonê de ji bo xwedî derketina têkoşîn hevalên me yên rojnamevan ên hatine qetikirin, bên ba hev. Em bang tevahî dezgehên ragihandinê, gelê Kurd û dostên wan dikin ku tevlî merasîma bîranînê bibin.”
Navnîşana merasîma bîranînê:
Dîrok: 8’ê Îlonê
Saet: 13:00’an
Cîh: Schlodderdicher Weg 48A, 51469 Bergisch Gladbach