Ji bo Rojava li Elmanya li gelek cihan çalakî hatin kirin

Ji bo 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng hatin kirin.

Li bajarê Heîlbernn ê Elmanyayê bi tevlîbûna ciwanên Elman bê navber çelakî hate kirin.

SARBRUCKEN

Li bajarê Sarbrucke ê Elmanyayê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek hate kirin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şorşger Katrîn Îbrahîm axivî û bal kişand ser ruhê ciwanan û diyar kir ku divê ciwan her demê ji bo Rojava li ser piya bin.

MARBÛRG

Ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê li pêşiya HBFê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan meşek heta şanoya bajar dewam kir.

FRÎEBÛRG

Li Freîbûrgê jî bi pêşengtiya rêxistina jinên Elman û Meclîsa Jinan a Nûda ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk û pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hate kirin. Bi sedan kesên li Qada Synagoge hatin ba hev ber bi navenda bajar ve bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ ketin meşê. Piştî meşê mîtîngek li navenda bajar hate kirin. Li vir axaftin hate kirin û berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê bi ser ket hate silavkirin. Hate gotin ku têkoşîna jina Kurd a dayî ji bo têkoşîna jinên cîhanê bûye mînak.