Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lorîentê çalakî

Bi daxwaza malbat û parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, li bajarê Lorîent a Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Lorîentê dijîn, seat 17:00’an li Place Arîstîde-Brîandê hatîn gelhev.

Di axaftinên piştî deqeyek rêzgirtinê hatîn kirin de, peyama “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Heta ev rewş neyê zelalkirin, heta ku agahiyek rast em di derbarê Rêberê xwe de negrin em ê li qadan bin” dan.

Piştî ku di çalakiyê de belevokên ji aliyê CDK-F yê ve hate belavkirin, çalakî bi berzkirin dirûşmeyan bi dawî bû.