Ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re şeveke şahiyê hate lidarxistin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re şeveke şahiyê hate lidarxistin. Temellî di şevê de axivî got: “Eger em şatî, demokrasî, jiyanê dixwazin divê em hemû hevrêyên xwe yên li nava berxwedanê bi hev re silav bikin.”

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re şeveke şahiyê hate lidarxistin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Parlementer HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul tevlî şeva şahiyê bûn.

Şahiya ku nêzî 2000 hezar kes tevlî bû, destpêkê Pîr Huseyîn Bîldîk axivî û loqûm hatin parvekirin.

Di şevê de li ser navê Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Swîsre Songul Çelîk, li ser navê Hewldana Gurgumê Ezîz Tunç, li ser navê Însyatîfa Dersimê jî Kazim Kabakçi axivîn û peyamên piştgiriyê ya bi Can TV’yê re dan. Hevserokê FEDA Bedrana Yildirim û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Can TV’yê Zeynel Gul jî axivî û beşdarvan silav kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku polîtîkayên êrîşên bi sîstematîk ku Elewiyan bi awayekî topyekun ji holê rabikin di dewreyê de ne, hate gotin ku di serî de berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 75 roj in bedena xwe dane ber mirinê, dîsa li Hewlêr, Galler, Strasboûrg, Kanada wê biser bikevin. Daxwaz hate kirin ku her kesê xwedî wijdan divê deng bide vê berxwendanê.

Piştî axaftina Parlamenterê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û got; “Tecrîd wê bi berxwedana gel were şikandin.”

Temellî bal kişand li ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha domand; “31’ê Adarê hilbijartinên xwecihî hene. Li Tirkiyeyê me xwe gihand her kesê. Herî zêde em li gel civaka Elewî bûn. Em ji Elewiyan deng naxwazin. Em dixwazin bihevre siyasetê bikin û bi hev re têbikoşin. Em ê bi hev re vêya jî serbêxin. Yek ji nirxên herî girîng yê hebûna me têkoşîna di bingehê hemwelatiyê wekhev de ye.”

Temellî qala greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê jî kir û wiha got; “Îro weke Leyla guven li Tirkiyeyê, li Ewropa û li Hewlêrê hevalên me, rêhevalên me di çalakiya grevên birçîbûnê de ne. Eger em aşitî, demokrasî, dxiwazin jiyan serbikeve li vir îro bi hev re rêhevalên me yên di berxwedanê de ne silav bikin. Em hêzê bidin têkoşîna wan û deng bidin dengê wan. Divê em vê têkoşînê geştir bikin. Divê em baş bînin ziman ku çima ev rêhevalên me di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Welatek mezin dibin tecrîdê de ye. Ji ber ku gotina tecrîd gotina şer e, gotina tecrîd zilme. Yan tecrîd yan demokrasî yan tecrîd yan aşitî.”

Piştre Koroya Domanê ya Dersimî û Civaka Hunermendên Mereşê, hunermend Mercan Erzîncan, Hasan Saglam û Abdal Halûk Tolga derketin ser dikê.