Ji bo Ocalan name ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê re şand

Li Gallerê çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş di roja 37’an de ye. Parlementera Gallerê Lîz Sabîlle Roberts nameyek ji Wezîrê Karê Derve re şand û ji bo hewldana li hemberî tecrîdê bang kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven li Îmam Şîş li bajarê Newportê yê Gallerê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakiya Şîş di roja 37’an de didome.

Parlementera Gallerê Lîz Sabîlle Roberts ya li Parlementoya Brîtanyayê nameyek ji Wezîrê Karê Derve Jeremy Hût re şand. Di nameyê de hate diyarkirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bila hikumeta Brîtanyayê bang li dewleta Tirk bike.

32 PARLEMENTERAN ÎMZE KIR

Parlementera Gallerê Lîz Sabîlle Roberts û parlementera Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê Chrîs Stephens desteya giştî ya Parlementoya Brîtanyayê de ev mijar anî rojê. Van herdu parlementeran derbarê grevên birçîbûnê û tecrîdê kampanyayeke îmzeyan dabûn destpêkirin. Ev kampanya bi 4 parlementeran hatibû destpêkirin û îro 32 parlementeran îmze dane.