Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji aliyê ‘Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re’ greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Strasboûrgê di roja 4’an de didome.
Çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên xwe kirine dosyeyek û pêşkêşî saziyên Ewrûpayê kirin. Çalakgeran niha jî ji bo ku CPT biçe serdana Ocalan dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.
‘BILA CPT Û KONSEYA EWRÛPAYÊ PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE’
Di kampanyayê de ev tişt hate diyarkirin: “Em dixwazin CPT biçe Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtinekê bi Ocalan re bike. Derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3 salên dawîn de em tu agahiyan wernagirin. Di warê ewlehiya wî ya canê wî de, gelek fikarên me hene. Ji bo ku em agahiyan jê werbigirin li bajarê Strasboûrgê me di 17’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Serlêdanên parêzer û malbata wî ya ji bo serdanê ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê tê astengkirin. Em bang li CPT’ê dikin ku divê guh bide dengê milyonan kesan û rola xwe bi cih bînin. Divê CPT biçe Girtîgeha Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.”
Kampanyaya îmze û faksê ya ji bo serdana Ocalan ya ku ew ê ji CPT û Konseya Ewrûpayê re were şandin li ser vê navnîşanê ye:
www.hungerstrikes.eu