Gelê Kurd û dostên wan 25'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi çalakî û meşên cuda şermezar dikin. Di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin, ji bo meş û mitînga ku wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê ya Elmanyayê pêk were xebatên amadekariyê, bênavber dewam dikin.
SERDAN Û CIVÎNÊN GEL…
Saziyên Kurd ên demokratîk ên ku li Elmanyayê xebatê dimeşînin, bi rêya koordînasyonên eyaletan ava kirine, meş û mîtîngên xwe li hemû bajaran didomînin. Di çarçoveya xebatan de bi hezaran mal û kargeh hatin ziyaretkirin. Li kolanan bi deh hezaran belavok û broşûr hatin belavkirin. Wekî din, broşûrên agahdarkirinê li qutiyên postayê yên bi deh hezaran mal û kargehan hatin danîn.
Li gelek bajarên Elmanyayê bi beşdariya nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk û siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn, civînên gel hatin lidar xistin. Di civînan de li ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya pêvajoya siyasî hat rawestandin.
XEBATÊN KOLANAN
Her wiha di çerçoveya çalakiyan de ciwanan bi hezaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nuqteyên cuda daliqandin. Di xebatên xweser ên ji aliyê ciwan û jinan ve hatin pêk anîn de, ji bo tevlîbûna mitîngê bang hatin kirin. Li aliyek wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser dîwaran hatin xêzkirin, li aliyê din nivîsên şermezarkirina tecrîdê li ser dîwaran hatin nivîsandin. Dîsa platformên medyayê yên dijîtal ji aliyê ciwanan ve ji bo beşdarî mitîngê bibin bi awayekî aktîf tên bikaranîn.
Di heman demê de li gelek bajaran li nuqteyên cuda stand hatin vekirin. Li standan belavokên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û agahî hatin dayin.
AMADEKARÎ BI DAWÎ BÛN
Amadekariyên ewlekariyê yên ji bo qada meş û mîtîngê ku wê malvanî ji sedhezaran mirov re bike, bi dawî bûn. Her wiha, erkdarên li stasyonên trenê wê ji bo mirovên ku ji Elmanya û welatên din bên meşê, dê alîkar bin. Ji bo mirovên ku bi wesayîtên xwe yên taybet bên jî, otopark hatine diyar kirin. Mirovên ku wesayîtên xwe li van herêman park dikin, wê ji aliyê wezîfedaran ve ber bi qada meşê ve bên birêkirin.
Koordînasyona rêxistinkirinê, li dijî her provokasyona ku dibe li ser rêya meşê bi pêş bikeve jî, tedbîrên ewlekariyê tên girtin. Heta qada mitîngê wê di meşê de bernameyên cuda ku di nav de hunermendên TEV-ÇAND’ê jî hene bên pêk anîn.
Di mitîng û meşa ku wê bi sed hezaran kes tevlî bibin de, wê dostên gelê Kurd, rêxistinên civaka sivîl, sendîkayên Ewropayê û gelek partiyên siyasî jî amade bin.
Navê çend nûnerên partiyên siyasî, dostên Kurdan û nûnerên saziyan ên ku dê beşdarî bernameyê bibin wiha ne:
*Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê (EUTCC) Kariane Westerheim
* UK: Unîte (?)
*Serokê Partiya Çep a Ewropayê Dr. Walter Baier
*Nûnerê Tevgera Yek Milyar Di Berxwedanê de yê Hîndîstanê Abha Bhaiya/ damezrînerê rêxistina civakî ya adil û wekhev Jagori Grameen
*Hevserokê Tevgera Têkoşîna Li Dijî Nîjadperestî û Dostaniya di navbera Gelan (MRAP) Renê Lemignot.
*Ms. Mirari Ullibarri Ugarriza -ELA, Welatê Baskî
* Mr. Fernando Coll, Çep, CSC Katalonî
* Serokê Komeleya Çandî ya Punto Rosso û edîtorê Weşanxaneya Punto Russo Roberto Mapelli
*Siyasetmedar, Sendîkakar û Endama Rêveberiya Partiya Çep a Elman Sabîne Skubusch
*Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê û Endamê Heyeta Îmraliyê Ogmunder Jonasson."