Ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê hate kirin

Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj ji bo meşa ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir

Bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di navbera 15-20'ê Îlonê de wê ji bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê heta bajarê Dûîsbûrgê Meşa Dirêj bê lidarxistin.

Ji bo Meşa Dirêj ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst pêk were, amadekarî dewam dikin.

Komîteya Amadekar a Meşê beriya niha bi demeke kurt bi daxuyaniyekê dest bi karên ji bo meşê kiribû.

Komîteya Amadekar îro jî dîmenekî bi 6 zimanan ê bangawaziyê weşand û banga "Ji bo azadiya Rêber Apo tu jî tevlî meşa dirêj bibe" kir.

Dîmenê bangawaziyê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî, Îngilîzî û Îtalî hate weşandin.

Bernameya Meşa Dirêj bi vî rengî ye:

"15.09.2024 – Kombûn– Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld
15.09.2024 – Roja destpêkê – Konferansa li ser Rêber Apo
16.09.2024 – Roja duyemîn – Bielefeld
17.09.2024 – Roja sêyemîn – Hamm
18.09.2024 – Roja çaremîn – Dortmund
19.09.2024 – Roja pêncemîn – Essen
20.09.2024 – Roja şeşemîn – Duisburg

Ji bo têkiliyê;

Mail: [email protected]
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024
TikTok: @mesadirej2024"