Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re li Lavrîoyê meşek hate kirin

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê bi sedan Kurdistanî û dostên xwe daketin qadan û ji bo tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê, meşiyan.

Ji bo tavilê bi lezgîn hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê, li Lavrîoyê Kurdistaniyan çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de alên PKK, KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Apo Jiyan Nabe’ û ‘Faşîst Tirkiye’ qîr kirin.

Li Qada Lavrîoyê meş veguherî mîtîngê. Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e.

Hate gotin ku heta agahiyek ji Ocalan neyê girtin wê Kurdistanî çalakiyên xwe bidomînin.

Mîtîng bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Terorîst Erdogan’ bi dawî bû.