'Ji bo hesabpirsînê di 11'ê Çileyê de li Parîsê bin'
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk û Federasyona Elewiyan a Demokratîk ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk û Federasyona Elewiyan a Demokratîk ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk û Federasyona Elewiyan a Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîsî ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn û hate gotin, "Ev komkujî ji bo civaka Elewî ji komkujiya Dersimê, komkujiyên Mereş, Çorûm, Madimak û Gaziyê ne cuda ye."
Di daxuyaniyê de ji bo hesabpirsîna komkujiyê bang hate kirin ku her kes di 11'ê Çileyê de li Parîsê bin.