Ji bo Guven name ji Mogherînî re nivîsî

Alîkariya Seroka Koma Çepgir a Yekbûyî ya li Parlamentoya Ewropayê û midûra rojnameya Fransiz Humanîteyê Patrîck Le Hyarîc ji bo balê bikişîn ser Leyla Guven nameyek ji Nûnera Polîtîkaya Derve ya YE'yê Federîca Mogherînî re şand.

Parlamentera Ewropayê Patrîck Le Hyarîc nameya ku ji bo Federîca Moherînî re nivîsî li ser malpera xwe par ve kir.

Hyarîc ji bo bi sedan kesên ku di greva birçîbûnê de bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku tevbigerin.

Le Hyarîc bi bir xist ku parlamentera HDP'ê ya rehîn Leyla Guven ji 7'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê de ye û got girtîbûna Guven ''bi temamî îllegal e''.

Parlamenter piştî ku armanca greva birçîbûnê vegot, diyar kir ku ji Îlona 2016'an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan tecrîdeke mitleq heye û domand: ''

''Tecrîa ji Îlona 2016'an û vir ve em li dijî wan mafên sereke ye ku dîplomasiya Ewropayê wan diparêze û her wiha yek ji wan asteng e ku desthilata Tirk li pêş çareseriya bi aştî ya li ser pirsa Kurd daniye.

Heftiya bihurî saziyên Tirk destûr dane ku Abdullah Ocalan 10 deqeyan birayê xwe bibîne. Ev stratejiya awarte ku bi teqezî bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven re têkildar e, li bara sedemên giran ku jiyana Leyla Guven dixe talokeyê dive me nexapîne.''

Le Hyarîc bang li Mogherînî kir ku bi rayedarên Tirk re bi lezgînî têkiliyê deyne, ji bo Guven û 256 hevalên wê yên di greva birçîbûnê de ne, şertên hewce werin çêkir, tevbigere.