Ji bo gerîlayê HPG’ê Rêbaz Bagok li Darmstadtê sersaxî hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Rêbaz Bagok yê 30’ê Tebaxê li Bagokê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê sersaxî hat danîn.

Ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Rêbaz Bagok (Selman Dagdelen) yê 30’ê Tebaxê li gel gerîla Zerdeşt Suruç (Adem Ozkan) li Bagokê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê sersaxî hat danîn. Li qada sersaxiyê wêneyê gerîlayên HPG’ê Rêbaz Bagok û Zerdeşt Suruç hatin danîn.

Sersaxî ji aliyê malbata gerîla Rêbaz Bagok ve hatin qebûlkirin. Gelek Kurdistaniyan serdana sersaxiyê kir.

Sersaxî heta saetên direng berdewam kir.