'Ji bo Ewropayeke nû dengê xwe bidin' -NÛ BÛ

Ozlem Alev Demîrel ku ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê di destpêka lîsteya Partiya Çep a Elman de cih digire got, "Di demekê de ku nîjadperestî zêde bûye, bi dengdana Partiya Çep xwedî li wekheviya gelan derkevin."

Maratona hilbijartina Parlamenta Ewropayê (PE) îro li Hollanda û Ingiltereyê bi dengdanê dest pê dike. Li welatên mîna Elmanyayê û Fransayê yên Yekîtiya Ewropayê ku nifûsa wan xilbe ye sendoq wê yekşemê werin danîn.

Li PE'yê ji ber nifûsa zêde 96 kursiyên Elmanya hene û çav li ser Partiya Çepgir e ku yek ji partiyên mûxalîf e. Di hilbijartina 2014'an de ji komên PE'yê Partiya Çepgir 7 parlamenter derxistibûn. Partiya Çepgir vê carê 22 endam nîşan dane û namzetên serê lîsteyê Ozlem Alev Demîrel û Martîn Schîrdewan in.

Demîrel ku li navçeya Kurecîk a Meletiyê sala 1984'an ji dayik bû, dema ku pênc salî bû tevî malbata xwe ji ber sedemên siyasî bû penaber û hate Elmanyayê.

Siyasetmedara Partiya Çep a Elmanyayê Demîrel ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew dixwazin Ewropayeke ji wekheviya gelan biafirînin û Partiya Çep jî wê li Parlamenta Ewropayê ya nû ji bo Ewropayeke wekhev têbikoşe.

Ozlem Alev Demîrel got, "Partiya me ji bo Ewropayeke demokratîk û alîgirê mafên mirovan têdikoşe. Ji ber vê yekê di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de bûm namzet. Ji ber ku li gorî me Ewropayeke nû gengaz e."

Demîrel anî ziman ku Ewropayê dema dawî giranî daye ser biçekbûnê û got, "Di navbera dewlemend û xizanan de li Ewropayê ferqeke mezin çêbûye."

Demîrel da xuyakirin, Partiya Çep alîgirê Kurdan e, gelên bindest hemûyan e û penaberan e. Demîrel got, "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo gelan li Parlamenta Ewropayê bidomînin."

Der barê berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Demîrel işaret bi nêzîkatiya dualî ya Yekîtiya Ewropayê kir û got, "Yekîtiya Ewropa ku li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikeve di vê mijarê de bêdeng dimîne. Ne tenê bêdeng dimîne, bi rejîmên antî-demokratîk ên mîna Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Ji bo vê yekê biguherînin em ê li Parlamenta Ewropayê têbikoşin."

Demîrel got, çi kesê ku mafê wan ê dengdanê heye divê bi teqezî biçin ser sendoqê, dengê xwe bidin û got, "Mirovên me yên ku di hilbijartina PE'yê de dikarin deng bidin divê zanibin ku dengdan pir girîng e. Nexasim di demeke wiha de ku nîijatperestî û milliyetgirî zêde bûye, hilbijêr divê biçin ser sendoqê û dengê xwe bidin partiyên alîgirên mafê mirovan, dilxwazên wekheviya gelan in.''