Ji bo desteka li Rojava rêyên li ser Rheînmetalê girtin

Ji bo bikaranîna çekên Elman ên di dagirkeriya Tirk de protesto bikin komeke aktivîs vê sibehê rêyên ku diçine ser mezintirîn fabrîkaya şîrketa çekan a Elman Rheînmetallê yên li Unterlussê girtin.

Ji sibehê saeta 05.30'an û vir ve komeke aktivîst ji bo ku çekên Elman ên ku di dagirkeriya Tirk de ya li Rojava têne bikaranîn protesto bikin hemû rêyên ku diçine ser fabrîkayê Rheînmetallê girtin. Aktivîstên ku bi şelîtên hesinî barîkat danîn, guherîna wardiyeyan a li fabrîkayê asteng kirin.

'FABRÎKA JI BO ÊRÎŞA DAGIRKER CEBILXANEYÊ HILDIBERÎNE'

Çalakiya bêîtîatiya sivîl komeke bi navê ''Aktîonsgruppe SIGMAR 2'yê da ser xwe. Komê li ser medyaya sosyal got, ''Me çalakiya xwe ji bo hilberandina Rheînmetallê rawestînin pêk anî, ku her cure amûrên çek û leşkerî dide faşîzma Tirk ku, hemû mafê mirovan û hiqûqa navnetewî binpê dike û li ser Rojava êrîşa dagirker didomîne.''

Aktivîstan alayên YPG'ê, YPJ'ê hildan ,li ser navê çalakgeran Luca Lampe axivî û xwest ku êrîşên dewleta Tirk demildest raweste. Lampe got, fabrîkaya ku li dijî wê çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin ji bo dewleta Tirk çek û cebilxaneyê hildiberîne û diyar kir, Elmanya bi bazirganiya çekan dibe hevkarê sûcên li cîhanê.''

BI REJÎMA ERDOGAN RE TANGA HEVPAR

Rheînmetallê ku di hedefa dijberên çek ên Elman de ye, par bi pejirandina Hikûmeta Federal a Elman bi rejîma Erdogan re dest bi hilberandina hevpar a tangan kiribû. Erdogan li qesra xwe rêveberên Rheînmetallê ezimandibûn, beriya dagirkeriya li ser Efrînê jî, tangên artêşa Tirk ji hêla vê şîrketa çekan ve hatibûn nûjenkirin.

Piştî êrîşên dagirker ku 9'ê Cotmehê dest pê kiribû, hatibû gotin Rheînmetall wê projeya bi navê ''Altay'' ku bi dewleta Tirk re hevpar bikirina, rawestandiye. Lê di çapemeniya Elman de têkilî vê îdîayê hê daxuyaniyên muxataban nînein. Ji bo projeyê ku plansaziya wê hatibû kirin gava pêşî 200 tangî hilberînin, Seroktiya Sinayî ya Berevaniyê ya Tirk û bi hevkariya BMC ya ku Ethem Sancak ê nêzî Erdogan e xwediyê wê ye û Rheînmetalê û şîrketeke bi navê ''Rheînmetall BMC Sinayî ya Berevaniyê (RBSS) hatibû avakirin.