Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê li Lavrîonê meş hate lidarxistin
Li Lavrîonê ya ku li Herêma Attîkaya Rojhilat a Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin.
Li Lavrîonê ya ku li Herêma Attîkaya Rojhilat a Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin.
Ji ber ku çalakgerên greva birçîbûnê û girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan a tendirustiyê giran bûye, li Lavrîonê bi sedan kes daketin qadan û xwestin tecrîd were rakirin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate xwestin ku bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên bicihanîn.
Çalakgeran diyar kirin heke ku derbarê rewşa grevên birçîbûnê tiştekî neyînî pêk were, ew ê berpirsên vî tiştî dewleta Tirk û hikumetên Ewropoyê bin.