Ji bo Bûgrûhan konê sersaxiyê hate danîn

Li bajarê Elmanya Bremenê ji bo girtî Sidik Bûgrûhan yê 87 salî ku roja Duşemê li girtîgeha Gurgumê rehmet kiribû, konê sersaxiyê hate danîn.

Girtiyê Kurd Sidik Bûgrûhan ku salên 90’î lawekî wî di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdsitanê de şehîd bûbû û lawekî din jî di encama êşkenceyan de seqet bûye, roja Duşemê li girtîgeha Gurgumê rehmek kir. Ji bo Bûgrûhan li Mizgefta Saîdî Kurdî konê sersaxiyê hate danîn.

Endamên NCDK yên Bremen û Hambûrgê, hevserokê FED-DEM’ê Saît Bîlgîn û gelek welatparêz beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Li konê sersaxiyê ji rêveberên Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Mele Eşref qala çîroka girtiyê siyasî Bûgrûhan kir. Eşref diyar kir ku girtina mirovekî di temenê 87 salî de ne mirovî ye.

Gelek Kurdistanî ji bo serdana konê sersaxiyê bikin diherikin Bremenê.