Ji bo bîranîna Hoffman festîvala 5’emîn hate lidarxistin

5’emîn festîvala ji bo bîranîna Îvana Hoffman li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hate lidarxistin.

Di 8’ê Adara 2015’an de şervana enternasyonalîst Îvana Hoffman li bajarê Til Temir ê Rojava di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû. Festîvala 5’emîn a ji bo bîranîna Hoffman hate lidarxistin.

Festîvala bi dirûşmeya ‘Ji Dûîsbûrgê heta Rojava bijî têkoşîna antî-faşîst’ hate lidarxistin.

Festîval duh bi panelekê hate destpêkirin. Îro jî saet di 13.00’an de ji pêşiya Gara Trênê ya Dûîsbûrgê meşek hate kirin.

Polîsên Elmanyayê hewl dan ku flamayên YPG û YPJ’ê berhev bikin lê girseyê destûr neda polîsan.

Festîvalê saet di 15.00’an de bi konsera komên ji Efrîka, Elman û Kurdan domiya.

Di axaftinên festîvalê de bal hate kişandin ser têkoşîna Îvana Hoffman û hevalên wê.

Piştî axaftinan Agirê Jiyan, Thawra, Zeynîk û Dûo Aryemîsa derketin ser dikê û bi stranê komên Kurdî û neteweyên din govend hate gerandin.