Ji bo Şehîd Dersim li Rotterdamê çalakiya bibîranînê
Ji bo Endamê Konseya Fermandar a HPG'ê Sînan Dersim li Rotterdamê ya Hollandayê bernameya bibîranînê hate kirin.
Ji bo Endamê Konseya Fermandar a HPG'ê Sînan Dersim li Rotterdamê ya Hollandayê bernameya bibîranînê hate kirin.
Ji bo Endamê Konseya Rêveber a HPG'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku di encama êrîşa ezmanî ya dewleta Tirk de şehîd bûyî li bajarê Rotterdamê ya Holandayê bernameyeke bibîranînê hate danîn. Bername li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin.
Di bernameyê de ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Derman Heval û siyasetmedar Velî Roj axaftinek kirin.
Di axaftinan de hate gotin, ''Em hevrê Sînan hem weke endamekî malbatê û hem jî weke hevrêyekî dibînin .Bi gotinê em nikarin tiştekî bibêjin, bi pratîk û jiyana xwe em ê hewl bidin ku layiqî wî bin.''
Bîranîneke dî li Hollandayê 2'yê Gulanê li Den Haaê li adrêsa Zuîdeparkê saet 14:00'an wê were kirin.