Jallow: Eger mirovek azad nebe, civak jî azad nabe!

Parlementerê Swêdê Momodoû Jallow ê serdana greva li Strasboûrgê kir got: “Eger mirovek azad nebe, civak jî azad nabe. “ daxwaza bidawîbûna tecrîdê û azadiya Leyla Guven kir.

Endamê Partiya Çep a Swêd (Vansterpartîet) û Parlementerê Meclîsa Swêdê Momodoû Malcolm Jallow serdana greva Strasboûrgê dom dike kir.

Parlementerê Swêdê yê bi eslê xwe ji Gamboîa diyar kir ku ji bo destekdayîna berxwedana gelê Kurd hatiye wir, bibîr xist ku berxwedana ku dom dike ne tenê ji aliyê partiya wan ve nexasim li hemû cîhanê deng olandiye.

‘NE BI TENÊ NE’

Monodoû Melcom Jallow ê got: “Dixwazin vê bêjim; hûn ne bi tenê ne.” da xuyakirin ku di Meclîsa Parlementoya Konseya Ewropayê de grevên birçîbûnê û polîtîkayên faşîzma Tirkiyeyê rojev bû. Jallow bibîr xist ku berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê girîng in, gelek siyasetmedaên Partiya Çep a Swêdê û li ser tevnên civakî û çapemeniyê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re anîne ziman û wê vê piştevaniyê jî bidomînin.

‘TECRİT TEMEL İNSAN HAKLARI SORUNUDUR’

İsveç Sol Parti’nin sadece parlamento veya AKPM’de değil, her alanda desteğini sürdüreceğini söyleyen Jallow, “Bu bizler için temel insan hakları sorunudur ve insan haklarına kimliği ne olursa olsun herkes sahip çıkmalıdır. Ancak bu aynı zamanda bir hukuk devleti ve demokrasi meselesidir” diye konuştu.

 ‘TECRÎD PIRSGIRÊKA BINGEHÎN A MOROVAN E’

Jallow Partiya Çep a Swêdê wê ne tenê li parlemento û MPKE’yê piştevaniya xwe bidomîne, belku wê li her qadê bidomîne û got: “Ev ji bo me pirsgirêka herî bingehîn a mafê mirovan e, nasnameya mafê mirovan çi dibe bila bibe, divê her kes xwedî lê derkeve. Ev di heman demê de meseleya dewleta hiqûqê û demokrasiyê ye.

Jallow destnîşan kir ku gelek hilbijêr ên mîna Leyla Guven di girtîgehê de nayê pejiarndin û girtina wan bê hiqûqî ye.

‘MIROVEK AZAD NEBE, CIVAK JÎ AZAD NABE’

Jollow bibîr xist ku tecrîd û girtina siyasetmedaran nayê pejirandin û weke partiyek ji îdeolojiya çepgir got: “Eger kesen ne azad be, civak jî azad nabe.”

Jollow diyar kir ku parlementerê Partiya Çep a Swêdê ji bo pirsgirêk bi rêya aştiyane çareser bibe, çi ji destê wan bê amadene bikin.