ILPS 'Meha Piştevaniya Global a bi Kurdistanê re' organîze dike

ILPS ku li tevahiya cîhanê gelek tevgerên antî-emperyalîst û demokratîk di nav de ye, Mijdarê li Filîpînan bi navê ''Meha Piştevaniya Globala a bi Kurdistanê re' gelek çalakiyan wê organîze bike.

Yekîtieya Têkoşîna Navnetewî ya Gelan (ILPS) bi daxuyaniyekê ragihand bi dirûşmeya, ''Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re! Ji Ocalan re azadî! Ji Kurdistanê re azadî!' plansaziyeke berfireh a çalakiyan organîze dikin.

Bi çarçoweya çalakiyan ku bi navê ''Meha Piştevaniya Global a Kurdistanê'' 1'ê Mijdarê wê dest pê bike, gelek çalakiyên onlîne û bi tevlêbûna fizîkî çêbibin.

Di nav van çalakiyan de semîner onlîne jî wê were kirin derheqê tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkeriya ser Rojava, Tevgera Jina Kurd, li Ewropayê piştevaniya bi Tevgera Azadiya Kurd re.

Bi çarçoweya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê wê bernameyên çandî yên bi temayên ji Ocalan re azadî û ji Kurdistana re azadî jî werin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ya têkilî bernameyê bang hate kirin ku partî û tevgerên global ên li dehan welatan tevlî çalakiyên onlîne an jî çalakiyên bi tevlêbûna fizîkî bibin.

Her wiha hate xwestin ku hemû pêkhateyên ILPS'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd îmzeyan kom bikin û bişînin saziyên têkildar, ji bo piştevaniya bi Kurdsitanê re peyamên vîdeo yên onlîne werin weşandin.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate diyarkirin li dijî êrîşên faşîst û dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ILIPS bi milîtanî wê piştevaniyê bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin Rêberê Gelê Kurd divê demildest azad bibe û hate xwestin ku dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê demildest bidawî bibe.

Di semîner û civînan de li gel dagirkeriya Tirk her wiha wê rola hêzên emperyalîst jî bi berfirehî were vegotin.