IL a ku li 33 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye tevlî kampanya 'Dema wê ye' bû
Çep a Têkoşer (Interventionistische Linke -IL) ku li 33 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye, diyar kir ku ew jî tevlî pêngava 'Dema wê ye' bûye.
Çep a Têkoşer (Interventionistische Linke -IL) ku li 33 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye, diyar kir ku ew jî tevlî pêngava 'Dema wê ye' bûye.
Bi nêzîkbûna salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, daxwaza gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe.
Kampanya "Dema wê ye: Azadî ji Abdullah Ocalan re" ku 11'ê Çileyê bi pêşengiya saziyên Efrîkaya Başûr dest pê kir, bi tevlîbûna nû dewam dike.
Rêxistina Internentionistische Linke -IL (Çep a Têkoşer) ku li 33 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye û zêdeyî 1000 endamên xwe hene, tevlî banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan bû.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi navê IL ew jî tevlî kampanya nameyan a Sendîkaya Karker a Efrîkaya Başûr dibin, ku ji bo azadiya Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re tê şandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew daxwaza azadiya Rêberê rewa yê gelê Kurd dikin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku polîtîkaya qedexe û krîmînalîzasyonê ya li dijî PKK'ê bê bidawîkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin girtiyên siyasî yên li Elmanyayê û Tirkiyeyê bên berdan.
Tevgera Azadiyê ya Kurd di têkoşîna me ya ji bo civaka azadiya zayendîparêz û ekolojîk de hevalbendê me ye. Em dixwazin ku piştgiriya aborî, siyasî û leşkerî ya ji rejîma AKP-MHP'ê re tê dayin, bê bidawîkirin."