Huseyîn Narli wê 13’ê Çile were oxirkirin
Hudeyîn Narli ku yek ji damezrînerê TV10 û CAN TV bû û ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, wê 13’ê Çileyê were oxirkirin.
Hudeyîn Narli ku yek ji damezrînerê TV10 û CAN TV bû û ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, wê 13’ê Çileyê were oxirkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê malbata Narli ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Êşa me mezin e. Em spasiya her kesê ku êşa me parve kirin, geriyan û pirsîn dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Narli wê di 13ê Çile saet di 10.00’an de li Navenda Çanda Elewiyan DAKME ya li Dortmûndê ‘Ber bi heq ve were oxirkirin’.
Hat diyarkirin ku veşartina cenaze wê heman rojê saet 13.00’an li “Haûptfrîedhof, Immanûel-Kant-Str. 52’an” bê lidarxistin.
Malbatê peyama "Hevalên me yên ku dixwazin çeleng û kulîlkan bişînin, dikarin ji HEYVA-SOR'ê re alîkariyê bişînin" da.
Huseyîn Narli ku yek ji navên girîng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyê ye, 3 sal bû ji ber penceşêrê dihat dermankirin, di 9’ê Çile de li bajarê Bochûm ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.