Rojnamevanê Sosyalîst Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da

Şîrovekar û bernamevanê CAN TV Huseyîn Narli êvara 9'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da.

Agahiya li ser koça dawî ya rojnamevan Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayir) ji aliyê hevalên wî yên rojnamevan ve hate parvekirin.

Narli ku di heman demê de yek ji kesayetên girîng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, ji damezrînerên TV10 û CAN TV bû.

Ji hevalên wî yên xebatê Şiyar Mûnzûr peyameke wiha parve kir: "Agahiyeke dilşewat. Kekê me Huseyîn koça dawî kir."

CAN TV jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir, "Ji damezrînerên TV 10 û CAN TV û bernamevan, dostê me yê hêja yê kedkar koça dawî kir. Em gelekî pê êşiyan."

Ji hevrêyên wî nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Sûat Bozkûş jî ev peyam parve kir: "Heval û hevrêyê min ê 50 salan, birayê min, hevrêyê min Okkeş Unlubayir (Huseyîn Narli) îro êvarê koça dawî kir. Em gelekî pê diêşin."