BI DÎMEN

Hunermend: Divê xelkê Başûr di hilbijartinê de bersivê bide xiyanetkar û dagirkeran

Hunermendên Kurd ji xelkê Başûrê Kurdistanê xwest ku di hilbijartinan de piştgiriyê nede hevkar û xiyanetkaran û gotin, “Divê gelê me bersivê bide dagirker û xiyanetkaran.”

HILBIJARTINÊN LI BAŞÛR

Hunermendên ji Înîsiyatîfa Hunera Azad li bajarê Koln ê Elmanyayê li ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ji hunermendan Nebez Ebdila, Sheyda Ghavamî û Hozan Diyar axivîn.

Axaftina hunermendan bi vî rengî ye:

Nebez Ebdila: PDK’ê mafê hilbijartinê desteser dikir. Hilbijartinên sexte pêk dianî. 20’ê Cotmehê dîrokeke nû ye. Mîna berê wê nikaribe di hilbijartinê de dengan bidize. Ji ber vê jî bila her kes biçe dengdanê û dengê xwe bi kar bîne. Di nava PDK’ê de mirovên welatparêz û durust hene. Ez nabêjim, alîgirên PDK’ê hemû di rêya şaş de ne. Bang li wan welatparêzên durust dikim. Her dengekî ku hûn bidin wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Ji ber vê jî bi taybetî destnîşan dikim: biçin dengê xwe bi kar bînin û dawî li vê şaşitiyê bînin. Dibêjin Partî Demokrat a Kurdistanê. Lê belê vê rêxistinê weke partiyekê nabînim. Demokrat jî nabînim. Rêxistineke demokrat nikare rojnamevanan şehîd bixîne. Hikumdariya malbatekê bi kêrî kesî nayê. Destûrê nedin ku Başûrê Kurdistanê careke din bikeve bin desthilatdariya malbatekê.

JIN DIVÊ DENGÊ XWE BIDE WELATPARÊZAN

Sheyda Ghavamî: Ez jineke Kurd im û Kurdistanê yekpare difikirim. Lê belê Başûrê Kurdistanê ku 33 sal in serbixwe ye, nekarî xwe bigihîne vê astê Dixwazim bi taybetî bang li jinan bikim. Ji hêza xw ebawer bikin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkoşîna YPJ’ê ev yek ji bo me ispat kirin. Girîng e ku em ji xwe bawer bin û hêza xwe bixin destê xwe. Di vê hilbijartinê de ji jinan dixwazim ku dengê xwe bidin mirovên welatparêz. Partiya ku bibe desthilatdar jî divê têkiliyên xwe yên bi Îran û Tirkiyeyê re ji nû ve bi rêk û pêk bike. Ji ber ku her roj êrîşî gelê me dikin. Her wiha jin ji aliyê xizmên xwe ve têne kuştin. Ji bo me û gelê me ev yek şermeke mezin e. Ezi Sheyda diqîrim û dibêjim em êdî bibin yek. Em rê nedin dijminên xwe. Em rewşa li Bakur, Rojhilat û Rojava bînin pêş çavên xwe. Jin xwedî roleke diyarker in. Em dixwazin tevgera jinê ya li Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî xurt be.

ARAMÎ Û DEMOKRASÎ MAFÊ GELÊ ME YE

Diyar: Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e desthilatdariyeke monarşîk heye. Piştî ku artêşa mêtinger a Saddam ji Kurdistanê hate qewirandin me hêvî dikir ku Kurdistan wê azad bibe. Em difikirîn ku wê jin azad bibin, ji aliyê aborî ve wê pêşketin çêbibe. Lê belê em niha dibînin ku Başûrê Kurdistanê bi rengekî de-facto veguheriye eyaleteke dewleta Tirk. Her roj hîn bêhtir dagir dike. Welê lê hatiye ku hejmara qereqolên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji yên desthilatdarên li wê derê zêdetir e. Ev metirsiyeke mezin e.

Hilbijartin argûmaneke girîng a demokrasiyê ye. Mirov bi rêya hilbijartinê dikarin îradeya xwe nîşan bidin. Mînak di van hilbijartinan de gelê me dikare nîşan bide ku ew dagirkeriyê qebûl nake. Dewlet Tirk sivîlan dikuje, gundan vala dike. Her wiha xetek heye ku alîkariyê bi vê dagirkerên Tirk re dike. Ji ber vê jî divê xelkê me yê li Başûr di hilbijartinan de bersivê bide êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê.

Başûrê Kurdistanê bi rastî jî pêwîstiya xwe bi guhertinekê heye. Ev potansiyel, dînamîk û xeta welatparêziyê li Başûrê Kurdistanê xurt e. Gelekî welê ye ku bi sed hezaran şehîdên xwe hene. Gelê me yê welatparêz xwedî xeteke xurt e. Bersiveke mezin dikare bide xiyanet û dagirkeriyê.

JI BO XELKÊ LI BAŞÛR PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNEKÊ HEYE

Bi dewlemendiyên ser û binê erdê re yên li Başûrê Kurdistanê gelê me dikare bi hêsanî debara xwe bike Em xwedî dewlemendiyeke welê ne ku ne tenê nifûsa li wê derê têra deh qatî ji nifûsa li wir dike. Lê belê desthilatdariya li wê derê heman polîtîkaya AKP û Erdogan dimeşîne. Yanî mirovan birçî dihêle û bi vî rengî hewcedarî xwe dike. Ev yek me hunermendên Kurd diêşîne. Jiyaneke baş mafê gelê me ye. Lê belê ya ku dibe bi vî rengî ye: Li Başûr hin malbat, hin siyasetmedar, hin mirov di nava dewlemendiyeke mezin de ne. Gelê me yê welatparêz jî hewcedarî pariyek nan hatiye hiştin. Ji ber vê jî hilbijartin ji bo guherînê dikare bibe firsendek. Bila her kes tevlî dengdanê bibin û dengê xwe bi kar bînin. Demokrasî heqê gelê me ye ne dagirkerî. Em li benda mizgîniya we ne.