Hunermend Bêrîvan Alp li Stockholmê hate bibîranîn

Nunermend Bêrîvan Al a ji ber nexweşiya penceşêrê 14’ê Sibatê jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Swêd Stockholmê hate bibîranîn.

Bîranîna ku ji lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê hate kirin, wêneyê Alp bi gul û findan hate xemilandin.

Di bîranîna li gel hevalên Alp û bi tevlîbûna sedan kes cihê xwe girt de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholm (NCKD) Mirhem Yîgît axivî  û diyar kir ku Alp hê di temenê xwe yê biçûk de tevlî karê komeleya bûye di gelek şahî û aktivîteyan de cihê xwe digirt.Yîgît got: “Bêrîvan wê di dil û ramanê me cih bigire û hesretên wê di têkoşînê de bi cih bînin.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Ferah Bozcali jî têkildarî keda Alp axivî û diyar kir ku wê Alpê bi keda wê bibîr bînin û got: “Alp li Swêdê bi dehê salan di bin sêwana komeleyê de, di tevgera jinê komîsyona çand û hunerê de kedek mezin da.”

Hunermenda Kurd Evîn Akbaş jî li ser bîranîna Bêrîvan helbestek got.

Akbaş a ji ANF’ê re axivî got: “Êşa me mezin e, ew ji bo me windahiyeke mezin e. Hevaleke me ya ked ji bo çanda Kurdî dida bû. Em bi bîranînên wê dijîn û em ê hesretên wê di têkoşînê de hê bilindtir bikin.”

Her wiha di bîranînê de birayê Bêrîvan Ednan Alp jî yek ji kesê yekem li gel Bêrîvan di lîstika şanoyê de lîst û got: “Jiyana xwe ji destdana Bêrîvan ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e. Li her cihê lê kar dikir ji aliyê welatiyan ve dihate heskirin. Li vir di gelek xebatan de me bi hev re cih girt.”

Hunermend Armanc jî destnîşan kir ku Alp di nava malbatek welatparêz de cihê xwe di têkoşînê de kir û got: “Yek ji wan kesên ku bi xwe li Swêdê xwe pêş xist bû. Erkê xwe yê welatparêzî heta dawî bi cih dianî.”