HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û di van êrîşan de çekên qedexekirî jî têne bikaranîn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

29'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

2, 3 û 4'ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi droneyên bombebarkirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;

28, 29 û 30'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

2'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;

1, 2, 3 û 4'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Şehîd Şerîf, Sinînê û Xinêreya Jor 13 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Girê Reşîd, Girê Zengil, Girê Sîser, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Dêreşê 302 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metînayê 1278 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê 394 caran; bi giştî 1987 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Di navbera 1 û 3'ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi kepçeyan êrîşî tunelên me kir.

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;

1'ê Gulanê saet di 17:35'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze li konteynireke dagirkeran xist a ku di pozîsyona êrîşê de bû û sîstemeke radarê tê de bû. Di encamê de konteynira dagirkeran hate îmhakirin.

1'ê Gulanê saet di 21:55'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kepçeyeke zirxî ya ku bi armanca êrîşa li ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Sergelê hatibû şandin ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneya kamîkaze hate îmhakirin.

2'ê Gulanê saet di 13:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê derb li çepereke dagirkeran hate xistin ku li li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di pozîsyona êrîşê de bû.

2'ê Gulanê saet di 20:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li hemberî dagirkerên ku bi çekên giran êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Sergelê dikirin, Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze çalakî kir û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Gulanê saet di 14:55'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, çekeke dokça ya li hemberî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dihate bikaranîn ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyê hate îmhakirin."