Hovîtiya li Sûrê li şaredariya Den Haagê hate nîşandan

Wêneyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de kir, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin nîşandan.

Wêneyên ku ji aliyê wênegirê Hollandî Pîet Den Blanken ve hatin kişandin, roja Sêşemê li avahiya Şaredariya Den Haagê hatin nîşandan. Pêşangeh wê heta 9'ê Çileyê vekirî be.

Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Seroka Koma Den Haagê ya Partiya Çep Keskan Arjen Kapîteîjn, Serokê Koma Partiya Den Haag Stads Jorîs Wîjsmuller, Parlamentera Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût û endamên meclîsa şaredariya Den Haagê tevlî merasîma vekirina pêşangehê bûn.

Fatma Şik Barût destpêkê axivî û diyar kir, ev pêşangeh ji bo wan gelekî watedar e. Barût diyar kir, pêşangeh wê bibe alîkar ku hovîtiya hatiye kirin bê nîşandan û bê ceza neyê hiştin.