Hişyariya 'xwe sist nekin' li Elmanyayê hate kirin
Li Elmanyayê zêdeyî nîvê mirovên bi şewba vîrûsa koronayê ketin rehet bûn. Enstîtuya Robert Koch li dijî 'sistbûnê' hişyarî da.
Li Elmanyayê zêdeyî nîvê mirovên bi şewba vîrûsa koronayê ketin rehet bûn. Enstîtuya Robert Koch li dijî 'sistbûnê' hişyarî da.
Enstîtuya Robert Koch ragihand, ji 125 hezar û 98 kesên li Elmanyayê bi vîrûsa koronayê ketin 68 hezar û 100 kes rehet bûn. Enstîtuyê her wiha li dijî 'sistkirinê' hişyarî da û xwest tevdîr bidomin.
Serokê Enstîtuyê Lothar Wîeler îro derket pêşberî çapemeniyê û li ser rewşa têkildarî vîrûsa koronayê agahî bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên enstîtuyê li Elmanyayê hejmara mirovên bi nexweşiyê ketin di nava 24 saetan de bi 2 hezar kesî zêde bû û gihîşt 125 hezar û 98 kesî. Li Elmanyayê heta niha bi giştî 2969 kesî ji ber vîrûsa Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane. Wîeler ragihand, rewşa 68 hezar û 100 kesên bi vîrûsê ketin baş bûye û got, ev yek cihê kêfxweşiyê ye.
Wîeler diyar kir ku li pêşberî vê encamê divê Elmanya xwe sist neke û got, "Me nehişt ku ev şewba grîbê belav bibe." Wîeler anî ziman ku hejmara nexweşan her kêm dibe, lê belê hîn zû ye ku ew tespîteke eşkere bikin. Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wîeler xwest, tevdîrên ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê hatine girtin bidomin.