Hîmê destpêkê yê Polexitê hate danîn

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê ya li dijî hiqûqa Ewropayê kete meriyetê.

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê ku hiqûqa Polonyayê di ser hiqûqa Ewropayê re pênase kir, piştî ku li Rojnameya Fermî hate weşandin doh kete meriyetê.

Biryara ku li ser dozeke hikumeta populîst a netewperest roja Pêncşemê hate weşandin, dibe ku gefê li fînansekirina Polonyayê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê bixwe. Weke gava destpêkê ya derketina gengaz a Polonyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê tê nirxandin.

Brukselê û gelek lîderên Ewropî biryar rexne kirin. Serokwezîrê Macaristanê Viktor Organ jî bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku "hurmetê nîşanî sînorên serweriyê yên dewletên endam bide."

Roja Yekşemê bi deh hezaran Polonyayî daketin qadan û piştî vê biryara bi nîqaş, ji bo endametiya Polonyayê ya li Yekîtiya Ewropayê biparêzin xwepêşandan lidar xistin.

Li gorî lêkolînên li nava raya giştî zêdeyî ji sedî 80 yê Polonyayiyan piştgiriyê didin hebûna welatê wan li nava Yekîtiya Ewropayê. Lê belê têkiliyên navbera Varşova û Brukselê piştî ku partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) bû desthilatdar ji sala 2015'an ve aloz bû.