Heyeta PYD’ê li Parlementoya Eyaletê li ser dagirkeriya Efrînê civiya

Heyeta PYD’ê li gel Dîrektorê Parlementoya Eyaletê ya bajarê Bremenê li ser dagirkeriya Efrînê civiyan. Heyetê ragihand ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûcê dike.

Heyeta PYD’ê li bajarê Bremen ê Elmanyayê di çarçoveya dagirkeriya Efrîn û lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya Tirk xebatên xwe yên dîplomasiyê didomin. Heyet di vê çarçoveyê de li gel Dîrektorê Parlementoya Eyaletê Hans-Joachîm von Wachter re civiya, dosyayek pêşkêş kirin.

MAL, CIHÊN KAR TÊN DAGIRKIRIN, DEST DATÎNIN SER MALAN

Heyeta ji nûnerên PYD Bremenê Remezan Remezan û yên pêre, bi rêveberên Parlementoya Eyaletê re civîyan. Heyet ji aliyê Dîrekorê Parlementoya Hans-Joachîm von Wachter ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê heyetê Remezan û Feyza Ashad daxwaz pêşkêşî rayedarên parlemntoyê kirin. Li ser navê heyetê Remezan ev tişt gotin:

“Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê her roj mafên mirovan binpê dike. Dest datîne ser mal, cihên kar û malên Efrîniyan. Welatî neçarî sirgûn û avahiyên demografîk texrîb dikin. Li cihên welatiyên tên sirgûnkirin çeteyên girêdayî dewleta Tirk tên bicihkirin. Çete darên zeytûnan dibirin, hinek jî zeytûnên Efrînê diçinin û difiroşin ji derve. Bi hezaran zeytûn û rohnê zeytûnan li ser Tirkiyeyê re difiroşin Ewropa û welatên din. Zimanê Kurdî qedexe dikin. Axaftina Tirkî û Erebî li ser her kesê disepîne.”

 ‘KURDÎ TÊ QEDEXEKIRIN’

Remezan got: “Perwerdehiya Kurdî qedexe kiriye, derfetên tenduristiyê hatine sînordarkirin. Di rewşa heyî de mafê Kurdan, Xiristiyan, Elewî û Êzidî yên li Efrînê dijîn ne di bin ewlehiyê de ne. Çeteyên ji cihên cuda li Efrînê bi cih bûne.”

Li gel vê ji bo Efrînê li ser Tirkiyeyê ve bidin girêdan, li navbera Heleb û Şehbayê de dîwar tê lêkirin.

‘ÊŞKENCE, REVANDIN Û QETILKIRIN’

Feyza Ashad jî ev got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê her roj mirovan direvînin, êşkence dikin û fîdye ji wan distînin. Serê welatiyên sivîl jêdikin û davêjin kolanan. Di nava çend mehên dawî de ji 600 Kurdên li Efrînê ti agahiyek nayê girtin. Bi sedan Efrînî tenê ji bo ku Kurd in, ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatin revandin û şandine Tirkiyeyê. Diavêjin girtîgehan”

WACHTER: KURD LI SER WARÊN XWE TÊN ÊŞKENCEKIRIN

Dîrektorê Parlementoyê Wachter, di hevdîtina li gel heyeta PYD’ê de ev got: “Kurd li ser erdnîgariya xwe ji ber mercên ne mirovî, di bin şertên êşkenceyê de ji bo me pirsgirêkeke mezin û cidî ye. Em ê dosyaya we pêşkêşî hemû komên li Parlmentoyê ne bikin.”