Li Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê, gelê Kurd li her derê ketiye pozîsyona xweparastinê. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) Engîn Sever têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Sever destnîşan kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jiyana hevpar a gelan hedef digire û diyar kir ku ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve tên plankirin.
Sever bi bîr xist ku berê jî dagirkeran berê çeteyên DAÎŞ’ê dabû ser Kurdan û destnîşan kir ku wê demê jî gelê Kurd bi dostên xwe re li ber xwe da û şoreş parast. Sever bilêv kir ku gelê Kurd wê bersiva êrîşan bide û wiha axivî: “Em ê li Ewropayê mîna her demê, li kolanan bin. Li ser vî bingehî em ê xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Em ê êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, deşîfre bikin.”
‘DIVÊ HER KES DEMILDEST LI HER DERÊ DAKEVE KOLANAN’
Engîn Sever hişyarî da ku êrîş wê bi Helebê re sînordar nemînin û destnîşan kir ku li dijî êrîşan, wê plansaziyên çalakiyan bikevin dewrê. Sever ragihand ku dewletên Ewropayê jî bi saya berxwedana Kurdan ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûn û got, “Divê ev dewlet vê yekê bibînin. Ji bo ev bê dîtin, divê meclîsên me û gelê me li her derê dakeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bide. Hingî ku êrîş dewam bikin, meclîs û federasyonên me divê li qadan bin. Divê em li her derê dakevin kolanan.”