Hevserokê CDK-F’yê: Divê her kes li her derê demildest derkeve qadan

Hevserokê CDK-F’yê Şahîn Polat di çalakiya li Mantes La Jolie ye de axivî û got: “Divê her kes li her derê demildest derkeve qadan û bi ruhê seferberiyê çalakiyan li dar bixe.”

Li herêma Mantes La Jolie ya Fransayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li ser Rojava çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Şahîn Polat axivî û got: “Divê her kes li her derê demildest derkeve qadan.”

Polat anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk carek din êrîş birin li ser Rojava û got: “Banga me ji bo gelê me yê welatparêz e. Çeteyên dewleta Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê carek din li dijî Rojava êrîş dan destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker ya ku hemû hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye û dixwaze hemû deskeftiyên gelê Kurd ji holê rake, bi awayek fîlî li dijî Rojava êrîş dane destpêkirin. Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî ragihand. Divê hemû meclîsên me, gelê me, dostên me û raya giştî bi banga çalakiyên lezgîn derkevin qadan. Roj îro ye, çawan ku me çeteyên DAÎŞ’ê di rûpelên dîrokê de binax kir, îro jî roja parastina Şoreşa Rojava ye. Di pêvajoya ku em tê de ne, em bang li tevahiya gelê xwe dikin bê westan 24 saetan di nava çalakiyan de bin û li hemberî vê zilmê li ser piyan bin. Ev banga me ya CDK-F’yê ye, divê Kurd bi dostên xwe re li her derê çi ji destê wan bê bikin.”