Hêvî Gabar û Guven Doza li Berlînê hatin bibîranîn
Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê bi boneya salvegera şehadeta Hêvî Gaba û Guven Dozayê, bernameya bîranînê çêkir, di bîranînê de wiha hat gotin: “Divê em hemû ji bo keda şehîdan bixebitin.”
Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê bi boneya salvegera şehadeta Hêvî Gaba û Guven Dozayê, bernameya bîranînê çêkir, di bîranînê de wiha hat gotin: “Divê em hemû ji bo keda şehîdan bixebitin.”
Meclîsa Jinan Dest-Dan a Berlînê, ji bo bibîranîna Hêvî Gabar (Gulîstan Aksoy) li Rojava birîndar bû ji bo dermankirinê çû Berlînê û 26’ê Tîrmeha sala 2020’anşehîd bû û Guven Doza (Cansel Dûrsûn) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, bernameyeke bîranînê hat çêkirin.
Di bernameya bîranînê de ku li Nav-Berlînê hat çêkirin, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.
Endama Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê Seda Tanrikûlû ku axavtina destpêkirina bernameyê kir, got: “Hevalên mîna heval Hêvî ku ji nav wî agirî dertên û emeliyatên giran dibin û ji dest diçin, ji bo Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê gelek giran e. Heval Guven Doza di tûnelên berxwedanê de bû şehîd. Xwişka wê bibîranîna wê li erdê nehişt û ket Meclîsa Jinan.”
‘KEDA WÊ LI SER MILÊN ME YE’
Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayika Şemse jî got: “Roja Îniyê em û Heval Hêvî di çalakiyekê de hatin ba hev û em bi hev re axivîn; roja Yekşemê jî bû şehîd. Ewqas birînên wê hebûn jî dixebitî. Niha keda wê li ser milên me ye. Divê em hemû ji bo keda şehîdan bixebitin.”
‘TÊKOŞÎNA WAN YA ME YE’
Aslihan Asli jî li ser navê Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê wiha axivî: “Heval Hêvî bi me re bû, çû. Em bi hev re xebitîn. Mîna xwişka me bû. Ji bo hemû şehîdan ev giring e. Em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Têkoşîna wan, ya me ye.”
Di bernameya bîranînê de vîdeo li ser têkoşîna her du şoreşgeran hat nîşandan.
Muzîkjen Ozgur Riha ji bo her du şoreşgeran stran gotin û bername qediya.