Hevdîtina Ozel-Demîrtaş: 'Bêyî serweriya hiqûqê asayîbûn ne pêkan e'

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahatîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re daxuyanî da.

Demîrtaş hevdîtinê ji hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand û ji ber serdana Ozgur Ozel spasiya xwe pêşkêş kir.  Diyar kir ku di dema hevdîtinê de mijarên civakî û krîzên aborî heta lêgerînên demokrasî û edaletê gelek mijar hatine nîqaşkirin. Demîrtaş diyar kir ku di hevdîtinê de daxwaza adelat, aştî û yekîtiya bihêz ya civakê derketiye pêş.

Demîrtaş diyar kir ku salên dirêj in li Tirkiyeyê siyaset xetimiye û dewlet bi pêkanînên li dijî Destûra Bingehîn tê rêvebirin û wiha got: “Eger were xwestin pêvajoya ku Birêz Serokomar Recep Tayîp Erdogan weke ‘asayîbûn, nermbûn’ pênase dike, pêk were, yekane tişta ku divê bê kirin li her qadê rêzgirtina li serweriya hiqûqê ye. Heta ev yek pêk neyê kanalên siyasetê venabe, zemîna asayîbûnê jî pêk nayê.  

Demîrtaş diyar kir ku di hevdîtina bi Ozel re pêk anî de mijarên ji bêedaletiya dahatê heta pirsgirêka Kurd, ji mafên xweza heta pirsgirêkên jin, zarok û ciwan bi awayekî berfireh hatine nîqaşkirin. Her wiha destnîşan kir ku divê kesên di çarçoveya dozên Kobanê û Geziyê de hatine girtin azad bibin.

Demîrtaş îşaret pê kir ku aliyek pêkenokî ya ev hevdîtina li girtîgehê pêk hat kirin heye û diyar kir ku ew ê dev ji siyaseta demokratîk bernedin û berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiya civakî pêk bînin. Demîrtaş da zanîn ku wê naveroka hevdîtinê bi rêya bi parêzerên xwe bigihîne Navenda Giştî ya DEM Partiyê.